Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupa Peymana Brexitê Pejirand


Parlamana Ewrupa, Peymana Brexitê ya ser derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) pejirand.

Peymana Brexitê li hember 49 dengan bi 621 dengan hat qebûlkirin.

Brîtanya dê di 31 Çileyê de ji YE’ê derkeve, lê dê heta dawîya 2020’an li gor qanûnên Brukselê tevbigere.

Parlamana Brîtanya, Peymana Brexitê di 9’ê Çileyê de qebûl kiribû û peyman bi pejirandina Qralîçe Elizabeth bûbû qanûn.

Serokê Parlamana Ewrupa David Sassoli got ku ‘’Bo parlamanê îro rojeke dijwar e.’’

Sassoli bang li parlamanteran kir ku ‘’ji berê pirtir di yekîtîyê de bin’’

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir bi qebûlbûna Peymana Brexitê gaveke nû hatiye avêtin û da zanîn ku ew dê bo Ewrupî û Brîtanîyan li ‘’rêkên herî baş’’ bigerin.

Li Parlamana Ewrupa 73 kursîyên Brîtanya hebûn ku ew dê li 27 welatên yekîtîyê li gor nifûsên wan werin belavkirin.

XS
SM
MD
LG