Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Ser Efrînê û Mafên Mirovan Tirkîyê Hişyar Dike


Li Parlamentoya Ewrupa rûniştineke hevpar bo ‘’Rewşa Efrînê’’ û ‘’Mafên Mirovan li Tirkîyê’’ li dar ket.

Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini bang li Tirkîyê kir ku bi rêka dîyalogê kêşeyan çareser bike.

‘’Li gor me operasyonên leşkerî divê tenê dijî rêxistinên ku di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de werin li dar xistin’’ Mogherini got.

Mogherini dîyar kir operasyona Efrînê dê bi awayekî neyênî bandorê li danûstandinên Sûrîyê bike û ew jiber vê ketine fikaran.

Karbidesta YE’ê da zanîn ku şer hîn bi dawî nebûye û ‘’her çiqas li medyayê dernakeve jî li Efrîn û Îdlibê û li herêmên din însan têne kuştin’’

Mogherini bi bîr xist ku Tirkîyê bu peyvajoya Astana garantorî kiriye û divê li bakurê Sûrîyê jî li gor wan biryaran tevbigere.

Raportora Tirkîyê ya Parlamentoya Ewrupa Kati Piri jî da zanîn ku li Tirkîyê mafên mirovan têne binpê kirin û YE divê dijî vê dengê xwe bilind kir.

Kati Piri bo Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Ahmet Şik silav şandin û got ku ‘’Me hûn ji bîr nekirine’’

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG