Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Ewrupa Ser Operasyonên Dijî HDP'ê Fikarên Xwe Radigihîne


Serokê Kongreya Rêvebirîyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewrupa Anders Knape ser operasyonên dawî yên dijî endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bertek nîşan da.

Knape bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew bi ‘’fikarên giran’’ operasyonên dawî dişopîne.

‘’Me bi taybetî rewişa Bajarvanê Qersê Ayhan Bîlgen, ku yek ji endamên kongreya me ye, ji nêz ve dişopand ku vê sibê dîsa bi operasyonên heman rengî hevşaredar Şevîn Alaca jî hatiye desteser kirin. Mixabin, karbidestên Tirk jiber ku birêz Bîlgen û yên din bi tohmeta terorê destesr dikin, fikir, deng û îradeya bi înkar dikin û binê rêvebirîyên herêmî pûç dikin.’’ Knape nivîsî.

Wî bi bîr xist ku ew dijî jikardûrxistina kesên hilbijartî ne û da zanîn ku wan jimareke caran erkdarkirina qayuman şermezar kiriye.

Knape da zanîn ku çavdêrîyên ser hilbijartinên herêmî yên 2019’an yên Tirkîyê ji Komîsyona Venedîkê re hatine şandin û da zanîn ku ew welat berpirsîyên xwe yên jiber peymanên navneteweyî çêbûne, binpê dike.

Karbidestê Konseya Ewrupa bang li berpirsên Tirkîyê kir ku li gor pêşnîyazên Komîsyona Venedîkê tevbigerin û sîstema erkdarkirina qayuman jî bi dawî bikin.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di 25'ê Tebaxê de jiber ''bûyerên Kobanê'' yên sala 2014'an bo 82 kesan, ku piranîya wan endamên HDP'ê ne, biryara desteserkirinê dabû.

Piştî pêla pêşî ya wan desteserkirinan, li Qersê roja Pêncşemê 19 kesên din jî hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG