Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Berdewam Tirsa Jinûve Belavbûna Koronayê Zêde Dike


Karbidest û pisporên Yekîtîya Ewrupî îro Pêncşemê got ku Ewrupa, jiber protestoyên girseyî yên rojên dawîyê, di hefteyên were de dikare rûbirûyê zêdebûna tûşbûnên COVID-19 bibe.

Bi deh hezaran çalakvan, piştî kuştina George Floyd di bin desteserîya polîsên Amerîkî de, li bajarên mezin yên Ewrupayê civîyan û daketin kolanan ku li dijî nîjadperestîyê xwepêşandanan bikin.

“Heke hun ji hemû kesan şîretan bikin ku yek metro û nîv ji hevdu dûr rawestin, lê herkes li rex hevdu raweste, destê hevdu bigire, hîngî ez vê yekê baş nabînim,” Josef Kesecioglu, serokê Civata Ewrupî ya Bizişkîya Nêrîna Berfireh, di konferansekê de got.

Dema ku ji wî hat pirsîn ku gelo dibe ku hejmara tûşbûyan di du hefteyên were de zêde bibe, wî got ku "erê, lê hêvîdar im ez xelet bim."

Piranîya welatên endamên Yekîtîya Ewrupa ji asta herî bilind ya nexweşîyê derbaz bûne û hêdî hêdî karsazî û sînoran vedikin jiber ku hejmara tûşbûyan di hefteyên dawîyê da daketiye.

Berî protestoyan zanist li hêvîyê bûn ku pêla duyê ya nexweşîyê piştî havînê çêbibe, lê xwepêşendanên girseyî dibe ku vê hêvîya erênî pûç bike.

"Jibo nexweşîya bêhntengîyê çalakîyên girseyî dibe ku bibe rêya derbazbûna nexweşîyê, "Martin Seychell, karbidestekî tendirustî yê Komîsyona Yekîtîya Ewrupî ji Reutersê re got.

Wî bi berdevamî got ku vîrus hêşta jî dizivire, lê bi rêjeyek ji çend hefteyên berê hêdîtir.

XS
SM
MD
LG