Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Tûşbûnên korona li Ewrupa ji 15 Mîlyonî Derbaz Kir


Ajansa Reuters radigihîne ku hejmara pêketinên korona li seranser Ewrupa îro Înê ji 15 mîlyonî derbaz kir.

Reuters bal dikişîne ku bi hatina zivistanê hejmara tûşbûnan zêde dibe û her çar rojan mîlyoneke kesên din bi korona dikevin.

Heta niha li Ewrupa heî kêm 15,046,656 pêketinên tomarkirî çêbûne û 344,401 kes jî ji wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Reuters dide zanîn ku yek ji çar hemî pêketinên korona û mirin ji wê li parzemîna Ewrupa qewimîne.

“Tevî ku pênc mîlyon pêketinên pêşîn di nava neh mehan de çûbûne, deh mîlyon tûşbûnên paştir tenê di nava kêmtir ji du mehan qewimîn,” Reutersê bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG