Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupa bo Ursula von der Leyen Dengdanê Dike


Endamên Parlamana Ewrupa dê îro Sêşemê bo Ursula von der Leyen, ku bo serokîya Komîsyona Ewrupa berbijar e, dengên xwe bidin.

Li ber e ku encama dengdanê parlamenterên lîberal û sosyalîst dîyar bike.

Ger Leyen were hilbijartin dê seroka jin ya pêşî ya Komîsyona Ewrupa be.

Di Parlamana Ewrupa de 751 endam hene û bo Leyen were hilbijartin divê herî kêm 376 dengan bistîne.

Jiber ku 4 parlamanter tune ne, 374 deng dê têra Leyen bikin.

Ger Leyen dengên pêwîst nestîne, rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê careke din kom bibin û di nav mehekê de berbijareke nû dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG