Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Bernivîsa Dijî Macaristanê Pejirand


Parlamentoya Ewrupa bernivîsa ku Macaristanê bo karanîna mafên sereke yên sîyasî asteng dike, pejirand.

Bi dengdana roja Çarşemê, bo mafê karanîna deng ji Macarîstanê were sitandin gava pêşî hat avêtin.

Hikûmeta Macaristanê ya bi rêvebirîya Serokwezîr Viktor Orban bi sîyaseta dijî koçberîyê tê nasîn.

Di dengdana ser bernivîsê de, ji dengan 448 bo erê, 197 bo na û 48 jî bo bêbiryar hat dayîn.

Bernivîsa dijî Macaristanê, li gor xala 7’an ya Peymana Yekîtîya Ewrupa (YE) hatiye hazir kirin.

Li gor xala 7’an, ger were tespît kirin ku endamek nirxên sereke yên YE’ê binpê dike, rê li ber mafên sereke yên wek karanîna deng tê girtin.

Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ser biryara Parlamentoya Ewrupa got ku ‘’ji tolhildaneke negirîng ya sîyasetvanên alîgirîya koçberîyê dikin pê ve ne tiştek e’’

Szijjarto îdia kir ku dengdana li Parlamentoya Ewrupa jî li gor peymanên Ewrupî nehatiye kirin.

XS
SM
MD
LG