Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa, Macaristanê jiber Girtina Sînoran Rexne Dike


Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE), Macaristan ya jiber vîrusa korona sînorên xwe girtine, rexne kir.

Berdevika Komîsyona YE Christian Wigand di preskonferansa rojane de ser biryara Macaristanê bertek nîşan da.

Wigand dîyar kir ku biryara Macaristanê dijî gera serbest ya di nav hemwelatîyên YE de ye.

Wê da zanîn ku ew bo gera serbest ya li nav YE xebatên xwe didomînin û got ku bo sînordarkirinên jiber vîrusa korona, endamên yekîtîyê dê krîterên hevbeş eşkere bikin.

Hikûmeta Macaristanê roja Înê dîyar kiribû ku ewê ji 1’ê Îlonê pê ve xênji serdanên mecbûrî, hemwelatîyên YE jî di nav de, sînorên xwe bo hemî kesan bigire.

XS
SM
MD
LG