Lînkên eksesibilîtî

Komîsyona Ewrupa Referanduma Katalonya Red Kir


Alîgirên serxwebûnê li Barselona

Komîsyona Ewrupa derbarê referanduma serxwebûnê ya Katalonya got ku ‘’ne qanûnî ye’’ û bang li hikûmeta Madrîd û Katalanan kir ku dest bi dîyalogê bikin.

Berdevkê Komîsyona Ewrupa Margaritis Schinas dîyar kir ku ‘’divê tundûtujî nekeve rêka siyasetê’’

Komîsyona Ewrupa ji ser Twitterê da zanîn ku ‘’Niha ne dema parçebûnê ye, lê dema yekîtî û îstiqrarê ye’’

Berpirsên Katalan ragihand ku jiber êrîşên polîsên ku hewhil didan ku gel ji sindoqan dûr bixînin, bi qasî 900 kes birîndar bûne.

Tevî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya dîyar kiribû ku referandum ne qanûnî ye, referandum ser biryara parlamentoya herêmî ya Katalonya li dar ketibû.

Serokê Katalonya Carles Puigdemont, piştî lidarketina referandumê gotibû ku Katalonya ‘’mafê serxwebûnê bi dest xistîye’’ û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî bang li wî kiribû ku ‘’berê xwe nede alîyê cûda’’

Hikûmeta Madrîdê bi awayekî tund dijî encamên referandumê ye.

Wezîrê Dadê yê Îspanya Rafale Catala, ji televizyona dewletê ragihand ku jibo ew rê li ber ragihandina serxwebûnê ya Katalonya bigirin, ewê di çarçoveya qanûnan de her tiştî bikin.

Rêvebirîya xweser ya Katalonya dîyar kir ku li gor encamên ne-fermî 90 ji sedê hilbijêran di referandumê de bo serxwebûnê gotine ‘’erê’’

Berdevkê rêvebirîya xweser Jordi Turull da zanîn ku ji 2,260,000 dengan 2,020,000 bo serxwebûnê hatine dayin. Turull dîyar kir ku 8 ji sedê hilbijêran serxwebûn red kiriye û dengên din jî yan vala bûne yan jî nederbazbar bûne.

Li gor daneyan, li Katalonya ji 5,000,000 zêdetir hilbijêr hene û rêjeya beşdarîya bo referandumê 42 ji sedê ye.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy ji Madrîdê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku referanduma Katalonya dijî qanûnê ye.

Wezareta Derve ya Amerîka jî piştgirîya yekîtîya Îspanya kir. Wezaretê bi berdewamî piştgirî da mafê kombûna serbest, lê ji her du alîyan xwest kul i gor hiqûqa Îspanya tevbigerin.

XS
SM
MD
LG