Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Hazirîya Vekirina Sînoran Dike


Yekîtîya Ewrupa (YE) dest bi hazirîya vekirina sînorên xwe kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Fransa Jean Baptiste Lemoyne da zanîn ku dê ji hefteya pêş ve pê ve lîsteyeke bi 50 welat were çêkirin.

Lemoyne dîyar kir ku ew ser vekirina sînoran danûstandinên berfireh dikin û got ewê di hefteya pêş de vî karî temam bikin.

‘’Armanca me ew e ku em di serî de 50 welatên dijî vîrusa korona bi ser ketine dîyar bikin.’’ Lemoyne got.

Wî da zanîn ku ewê lîsteya 50 dewletan her hefte nû bikin.

YE’ê jiber vîrusa korona ji 17’ê Adarê vir ve sînorên xwe girtine.

Komîsyona Ewrupa dixwaze ku sînor ji 1’ê Tîrmehê vir ve qonax bi qonax vebin.

XS
SM
MD
LG