Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda, Avusturya û Swîsrê jî Bernameyên Siyasetvanên Tirk Betal Kirin


Siyasetvanê rastgir yê Hollandî Geert Wilders, li pêş balyoxaneya Tirk ya li Hollanda, siyasetvanên Tirk protesto dike.

Bajarvanê Rotterdam ya Hollanda da zanîn ku ewê destûrê nedin Wezîrê Karên Derve yên Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu ku ew li wî bajarî roja Şemîyê kempeyna referandumê li dar xîne.

Şaredarê Rotterdam’ê Ahmet Aboutaleb got ku ewê hemî rêzdarîyê jibo Çavuşoğlu nîşan bidin, lê wesayîtên wan yên jibo tedbîrsitandinê hene.

Ji aliyê din ve, li Avusturya jî sê bernameyên siyasetvanên Tirk hatin betal kirin.

Berdevkê Asayîşa Linz’ê dîyar kir ku bernameyek ji aliyê xwedîyê cîhê çalakiyê ve hatiye betal kirin.

Li Hoerbranz ya li ber sînorê Almanya, bernameya wezîrekî kevn yê Tirk, ji alîyê organîzatorên ve jiber ku bername wek ‘’danasîna kitêban’’ hatîye nîşan dan hat betal kirin.

Winer Neutsdat jî li rêyekê digere ku bernameyeke ku li ber e roja Yekşemê pêk were betal bike.

Qanûnê Tirkîyê rê nade ku siyasetvanên Tirk li welatên derve kempeyna hilbijartinê bikin, lê ew di bin navê ‘’çalakîyên çandî’’ de qanûnê binpê dikin.

Li Swîsrê jî roja Înê, asayîşê jiber rîska ewlekarîyê ya tund bernameya siyasetvanekî Tirk betal kiribû.

XS
SM
MD
LG