Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Alîkarîya bo Tirkîyê Radiwestîne


Parlamentoya Ewrupa biryar da ku alîkarîya bo Tirkîyê, ku 70,000,000 euro bû, betal bike.

Parlamentoyê da zanîn ku wan ew pere bo Tirkîyê bi şertê ku di mafên mirovan, azadîya medya û demokrasîyê de pêşde here veqetandîye, lê Tirkîye pêşde neçûye.

Komîsyona Budçe ya Parlamentoya Ewrupa dîyar kir ku ew dê pereyan bo bernameyên din yên penaberan bişînin.

Komîsyonê piştî ku raporan nîşan da ku Tirkîye xwe ji Yekîtîya Ewrupa (YE) dûr dixîne, biryar da ku şandina pereyan betal bike.

Li ber e ku biryara komîsyonê hefteya pêş li parlamentoyê were pejirandin.

XS
SM
MD
LG