Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Ewrupa: Tirkîye bo Rojnamevanan Girtîgeha Herî Mezin ya Cîhanê Ye


Konseya Ewrupa ragihand ku dîyar kir rewşa rojnamevanan li seranserê Ewrupa ketîye bin ‘’metirsîyeke mezin’’

Li gor rapora nû ya konseyê, dijî rojnamevanan gefxwarin, êrîş, zordestî û kuştin zêde bûne.

‘’Azadîya medya, li Ewrupa, ji salên Şerê Sar vir ve ti car ewqas neketibû rewşeke xeter’’

Rapor dide zanîn ku di dawîya sala 2018’an re li 47 welatên Konseya Ewrupa 130 rojnamevan girtî bûne û ji van 110 li Tirkîyê bûne.

Di raporê de ser Tirkîyê ‘’bo rojnamavenan girtîgeha herî mezin ya cîhanê ye’’ hatiye nivîsîn.

XS
SM
MD
LG