Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Peywendîyên Derve ya Parlamantoya Ewrupa Rapora Ser Tirkîyê Pejirand


Kati Piri

Komîteya Peywendîyên Derve ya Parlamantoya Evrupa, pêşnîyaza Raportora Tirkîyê Kati Piri pejirand.

Pêşnîyaza ku dîyar dike ku divê danûstandinên bi Tirkîyê re yên ser beşdarbûna Yekîtîya Ewrupa (YE) bi dawî bibin, dijî 7 dengan bi 47 dengan hat pejirandin.

Piri di rapora xwe de ser sîstema seroktîyê ya Tirkîyê got ku ‘’bi awayekî eşkere rêvebirîyeke otokratîk’’ e.

Wê da zanîn ku li Tirkîyê kontrola demokratîk nemaye û hiqûq tê binpê kirin.

Raportora Tirkîyê bi bîr xist ku li wî welatî sîyasetvan û aktîvîst jî di nav de pirtirê 50,000 hemwelatî girtî ne.

XS
SM
MD
LG