Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Dijî Tirkîyê Toleyên Sînordarkirî Radigihîne


Yekîtîya Ewrupa (YE) jiber lêgerînên Tirkîyê yên sîsmîk yên li rojhilata Derya Sipî dijî wê toleyên sînordarkirî ragihandin.

Rêberên YE’ê do Pêncşemê li Brukselê di hilcivînekê de kom bûn û ser toleyên dijî Tirkîyê jî danûstandin kirin.

Li gor encamnameya îro Înê hatiye ragihandin, YE’ê biryar daye ku ew kes û sazîyên li rojhilata Derya Sipî ketine karên lêgerînên sîsmîk bixin lîsteya toleyan.

Ger Enqere helwesta xwe neguherîne, YE dê ser berfirehkirina toleyan danûstandinê bike.

Nûnerê Bilind yê Sîyaseta Ewlekarî û Peywendîyên Derve yên YE’ê Josep Borrell dê herî dawî heta Adarê bo Tirkîyê raporekê hazir bike û di wê raporê de dê berfirehkirina toleyan jî were nivîsîn.

Li ber e ku ew rapor di hilcivîna YE ya meha Adarê de were nirxandin.

Yunanistan û Qibrisê xwestibûn ku dijî Tirkîyê toleyên giran û ambargoya çekan were ragihandin, lê rêberên YE’ê ew daxwaz qebûl nekirin.

Di encamnameya YE’ê de hat gotin ku ‘’kiryarên Tirkîyê yên yekalî, provokasyonên wê û gotinên wê yê dijî YE’ê xembarî çêkirine û hat dîyar kirin ku tevî ku germîya Oruç Reîs vekişîye jî li rojhilata Derya Sipî ‘’kiryarên provokatî’'’ dom kirine.

Rêberên YE’ê, vebûna herêma Meraş ya li bakurê Qibrisê jî şermezar kirin û dan zanîn ku divê bo çareserîya wê herêmê bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) danûstandin destpê bikin.

XS
SM
MD
LG