Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Dewletên Ewrupî bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Alîkarîya Îranê Dikin


Brîtanya, Fransa û Almanya bo têkoşîna dijî vîrusa korona ya bi navê Covid-19 kelûpelên tibî şandin Îranê.

Balyozê Îranê yê li Parîsê Behram Qasimî ji Twitterê da zanîn ku ew kelûpelên her sê dewletên Ewrupa, bi firokê ji Parîsê birine Tehranê.

Li gor medya Îranê, di nav kelûpelan de testên vîrusa korona, lepik û cilên taybet yên dijî vîrusê hene.

Her sê dewlet dê bi navbeynkarîya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) 5 mîlyon euro bidin Îranê.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ji Twitterê da zanîn ku her sê dewletên Ewrupî tevî toleyên Amerîka didomin jî alîkarî dane û spasîya wan kir.

XS
SM
MD
LG