Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Ewrupî Bang li Îsraîlê Dikin ku Çêkirina Avahîyên li Kenara Rojava Rawestîne


Welatên Ewrupî bang li Îsraîlê dikin ku biryara ser çêkirina 3,000 hezar avahîyan li Kenara Rojava bi şûnde vekişîne.

Wezîrên derve yên Belçîka, Danîmarka, Fînlandîya, Fransa, Almanya, Îrlanda, Îtalya, Holanda, Norwec, Polonya, Îspanya û Swêdê bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku ew dijî berfirehkirina avahîyên li axa Filîstînî ya dagirkirî ne.

Wan welatan dan zanîn ku ew dixwazin ku her du alî bo zêdekirina hevkarîyê û kêmkirina girjîyê gavên di demên dawî de hatine avêtin pêşde bibin.

Îsraîlê bo çêkirina 3000 avahîyên li Kenara Rojava roja Çarşemê gav avêtin.

Ew gavên Îsraîlê dijî rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden tevgera herî tund e ku ew li hember projeyên wisa disekine.

XS
SM
MD
LG