Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûpela Çavdêrîya Tundrêbûnê ya VOA Dest bi Weşanê Kir


Extremism Watch Desk logo
Extremism Watch Desk logo

Dengê Amerîka (VOA) weşana xwe ya dijî tundrêbûnê û terorîzmê bi malpereke nû xurtir kir û vê heftê di malpera Nûçeyên Navendî ya voanews.com de dest bi rûpela xwe ya nû kir.

Rûpela Maseya Çavdêrîya Tundrêbûnê ya VOA nûçeyên seranser cîhanê yên bi tundrêbûnê girêdayî dişopîne. Ew herwiha, bilî sernavên nûçeyan, bi kûrahî li çîrokên curbicur dinêre ku mijarên ku di medya Rojavayî de cîh nagirin, ragihîne.

"Çavdêrîya Tundrêbûnê ya VOA di rêza pêşîn ya rojnamegerîya lêpirsîdar de. Ewê weşana me ya dijî tundrêbûnê û terorîzmê xurtir bike,” Dîrektora Giştî ya VOA Amanda Bennett dibêje."

“Ew mase pêzanînên xwe ligel dezgehên sîvîl yên din yên hikûmeta Amerîkî—Radyoya Ewrupaya Azad/Radyoya Azadî (Radio Free Europe/Radio Liberty), Ofîsa Weşanên Kuba (Office of Cuba Broadcasting), Radyoya Asya Azad (Radio Free Asia) û Torên Weşanê yên Rojhilata Navîn (Middle East Broadcasting Networks) – parve bike. Armanca vê rûpelê ev be ku, wek rêziknameya VOA ragihandina rastîn, befireh û balanskirî dixwaze, bi vî awayî analîzên kûr ji xwendevanên seranser cîhanê re pêşkêş bike.”

Maseya Çavdêrîya Tundrêbûnê bi nêzîk ve ligel 44 beşên zimanên cîhanê yên VOA dixebite ku çîrokên heyî bi her alî ragihîne û li dû raportên Kurdî, Peştu, Urdu, Tirkî û zimanên digere û wan werdigerîne ku di weşanên VOA yên radyo, televîzyon û medya civakî de, bi zimanê Îngîlîzî belav bike.

Hun dikarin bi vê vidyo pirtir agahî li ser Maseya Çavdêrîya Tundrêbûnê ya VOA hîn bin.

XS
SM
MD
LG