Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Eyaletên Amerîka Karanîna Maskeyan Mecbûr Dikin


Hin eyaletên Amerîka jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona karanîna maskeyan mecbûr kirin.

Walîyê Teksasê Greg Abbott, ku dixwaze karên aborî jinûve geş bibin, dîyar kir ku bo ew rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin divê li seranserê eyaletê maske werin karanîn.

Xêncî Teksasê, Pensilvanya, Oregon û California jî ji gel dixwazin ku maskeyan bikar bînin.

Walîyê Washingtonê Jay Inslee dîyar kir ku wan vebûna hin dikanan bo du hefteyan rawestandiye û hemî karkerên dikanên vekirî dê maskeyan bidin ber rûyên xwe.

Ji 50 eyaletan Amerîka, li 40’î hejmara pêketinên rojane yên vîrusa korona bilind dibe.

Pêketinên nû yên vîrusa korona roja Pêncşemê 50,000 roja Înê jî 56,000 derbaz kir.

Bi tenê li Arizona, California, Florida û Teksasê di 24 saetên dawî de bi qasî 25,000 kes bi vîrusa korona ketine.

XS
SM
MD
LG