Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya Eyn Îsa Çi Ye?


Bajarokê Eyn Îsa ya stratejîk di demên dawîyê de dibe armanca êrîşên Tirkîyê û komên girêdayî wê.

Çalakvan Huseyîn Ferman ji Dengê Amerîka re got ku ji do vor ve ti êrîş yan jî topbaran li ser Eyn Îsa ji alîyê Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser we nehatine kirin.

“Kesên ku vegerîn Eyn Îsa pir hindik in sebî ku ji her malbatê tenê yek, du kes fitilîne ku malên xwe biparêzin.”

Çalakvan Tac Qotreş ji bawer dike ku êrîşên Eyn Îsa dikevin çarçoveya lihevkirina Tirkîyê û Rûsya da ku zextê li HSD’ê bikin ku bajarok radestî rejîma Sûrî bike.

Qotreş ku bi xwe ji rûniştvanê Eyn Îsa ye, piştrast dike ku heman top û roketên Tirkîyê û grubên çekdar yên bi ser ve, navendên HSD’ê û Asayîşê û herwiha xanîyên gel armanc dikirin jiber ku ti roket nêzî navendên rejîmê neketin.

Di dirêjîya du hefteyan de Eyn Îsa bi awayekî tund dibe armanca êrîşên bi top û roketan ya Tirkîyê û komên girêdayî wê.

Di encama wan êrîşan de hin sivîl birîndar bûn û hinekên din jî hatin kuştin û herwiha gelek kes jî derbider bûn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG