Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dixwaze Heta Bajarê Ezaz Bibe Herêma Bêfirîn


APTOPIX Turkey Syria
APTOPIX Turkey Syria

Cîgrê serok îro Çarşemê Yalçin Akdogan cîgirê Serok Wezîrên Tirkyê ragihand ku, tirkiye herêmek bi ewle li bakûrê Sûriyê dixwaze, ev herêm bi dirêjiya 10 KM di nav axa Sûriyê de ye ku, dê bajarê Ezaz jî di nav de be.

Akdogan herwiha got hewildan li herêmê hene, da ku, demografîya herêmê bê guhertin, Tirkiye qebul nake, bibe beşekî vê leystokê, weke Akdogsan dibêje.

Tirkiyê her tim, hêzên Kurdan tawanbar dike û dibêje Kurd li herêmê bi darê zûrê Tirkmen û Ereban ji herêmê derdikin û kurd hewil didin dewleta xwe, li wê herêmê bidin ava kirin.

Wek tê zanîn ev demeke li herêma Ezaz di navbera grupên Îslamî yên radîkal û artêşa Sûrî de li aliyekî û di navbera heman grupan û şervanên kurd şerekî dijwar heye, hêzên kurdan tevî Ceyş el-Suwar, li nîzîk sînorê Tirkiyê li bakûrê Sûriyê kontrola gelek herêman kiriye û nizîkî bajarê Ezaz bûn e.

Di rojên derbasbûyî de şervanên Kurd Firîngeha Minix û bajarokê Til Rifet control kirine, ji dema hatina hêzên Ceyş el-Suwar ku bi piştevaniya şervanên kurd li herêmê pêş dikevin, topxana Tirkiyê herêmê topbaran dike, Amerîka, Yekêtiya Ewropa û Civata Ewlekariyê daxwaz ji tirkiyê kirin da ku topbarana liser herêmê rawestîne.

XS
SM
MD
LG