Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Peqîneke li Ezazê de 4 Kes Têne Kuştin


Di wêneyeke arşîvê de, piştî peqîneke li Ezazê
Di wêneyeke arşîvê de, piştî peqîneke li Ezazê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Ezaz ya Surîyê, di peqînekê de 4 kes hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.

Ezaz li bakurê Sûrîyê, nêzî sînorê Tirkîyê ye û yek ji navendên girîng yên serhildayan e. Li Ezaz'ê komên ku Tirkîye piştgirîya wan dike jî hene.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.

SOHR'ê got wisa xuya dike ku êrîş bi wesayîteke bombebarkirî hatîye li dar xistin.

XS
SM
MD
LG