Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampa Êzîdîyan ya li Amedê Hat Vala Kirin


Piştî Şaredarê cîgir ya ku bi navê kayum tê naskirin, li ser şaredariya navendî ya Yenişehira Amedê pêkhat, hevşaredarê DBPê Selim Kurbanoglu hat girtin, rêvebiriya kampa Ezidiyan ya li Amedê ket bin kontrola qaymeqamiyê û dezgehên fermî yên dewletê.

Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca rewşa penaberên Êzîdî yên li kampa Amedê li paralmenê anîbû rojevê û ji serokwezîr pirsa rewşa kampê kiri bû.

Hin serokwezîr bersiva 12 pirsên Ucayê nedaye lê kamp heta roja înê bi temamî tê valakirin.

Herî dawî 1250 êzdî li kempê diman lê ji roja Duşemê vir ve, bi sedan kes şandin kampa Midyadê.

Neha kêmtir 20 mal mane, ew jî heta roja înê yan mecbûrin biçin kampa Midyadê yan vegerin Îraqê an li çara serê xwe binerin.

Tehsîn yek ji rûniştvanên kampê ye û tevî malbata xwe ew jî, roja Pêşemê dê koçî kampa Midyadê bikin.

Tehsîn yê ji rûniştvanên kampê dibêje "Lê rewşa li kampê ya ku Êzidî lê dijîn wekî ya roja ku em ji Şengalê bazdan e..".

Tehsîn got karbidestên dewletê ji wan re gotine yan hunê bar bikin yan jî hunê ji 30 hezarî zêdetir deynê elektrikê bidin.

Wî anî ziman rewşa Ezidiyên çûne Midyadê dîsan gelek girane lê jiber ku tu çarên din nînin ew mecbûr mane biçin kampa Midyadê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:26 0:00

XS
SM
MD
LG