Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 130 Şewirmendên din yên Leşkerî Şandine Îraqê


Êzîdîyên ku ji Şengalê revîne ber bi Rojava diherin

Amerîka 130 şewirmendên din yên leşkerî şandin Îraqê ku alîkarîya wan Êzîdîyan bibin ku ji tirsa tundrêyên Îslanî revîne û li Çîyayê Şengalê ase mane.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel do Sêşemê got, şewirmendên ku diherin Hewlêrê wê tenê şewirmendî ji hêzên Îraqî re bikin.

"Wekî ku Serok Obama zelal kir, em careke din naçin Îraqê ku mîna berê şer li wî welatî bikin."

Pentagon di meha Tîrmehê de ragihandibû ku dora 300 şewirmendên leşkerî çûbûn Bexda ku şewirmendî ji hêzên Îraqî re bikin.

Hêjayî gotinê ye, firokên Amerîkî çend roj in xwarin û vexwarin davêjin Kirdên Êzîdî ku li site ase mane.

XS
SM
MD
LG