Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Jin û Zaroyên Êzîdî ji DAIŞê Hatin Rizgar Kirin


51 jin û keçên Êzîdî vê hefteyê ji cem rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hatine rizgarkirin, piştî ku ligel du emîrên DAIŞê yên li cem hêzên Kurdan bihev hatin guhertin, raport û çalakvanên xwecihî radigihînin.

Dîlên Êzîdî niha li Şengalê ne, cihê ku berî dora 19 mehan jê hatibûn revandin, jineke Êzîdî ji ajansa Roj News ya nûçeyan re got.

“Ligel bi çend kesan re ji nav wan axivîm,” şervanê Êzîdî Dawûd Şêx Kalo ji Dengê Amerîka re got. “Rewşa wan niha baş e.”

Wî herwiha ji Dengê Amerîka re got ku ev cara sêyem e li meha Adarê ku sivîlên Êzîdî ji DAIŞê têne rizgarkirin. Herdu carên din nehatine piştrastkirin.

“Em destpêkê dora 9 mehan li Tel Efer hiştin. Paşê em birin Sûrîyê. Em 11 mehan li wir jî man,” jineke Êzîdî ji ajansa Roj News re got.

Rizgarkirina van Êzîdîyan hate holê, piştî proseseke pevguhertina dîlan di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞ li Sûrîyê de. Raportên xwecihî yên nûçeyan dibêjin, du emîrên DAIŞ hember azadkirina van jin û zarokan hatin radest kirin.

Berdevekê YPG nexwest li ser vê mijarê ligel Dengê Amerîka biaxive.

“Em dizanin YPG beşdarî vê operasyonê bûye, lê ti agahî debarê wê li cem me nîn in,” Kalo ji Dengê Amerîka re got.

Wî got, YPG berê çend operasyonên wisa pêk anîne.

“Ez û malbata xwe ji alîyê DAIŞ ve hatin revandin. Piştî em birin Sûrîyê, em û mêr ji hev cuda kirin,” keçeke Êzîdî ragihand.

Rêxistinên mafên mirov dibêjin, bi hezaran Êzîdî ji alîyê DAIŞ ve hatine kuştin û revandin, piştî ku rêxistina terorîst li Tebaxa 2014 girtibû ser Şengalê û deverên derdora wê. Gelek ji wan jin û keçên Êzîdî jî wekî koleyên seksî ji alîyê DAIŞ ve hatine bikaranîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka hefteya borî ragihad ku hovîtîyên DAIŞ dijî Êzîdî, Krîstîyan û Misilmanên Şîa wekî jenosîd tên nasîn.

Şengal dawîya sala bûrî ji alîyê pêşmergeyan ve, bi alîkarîya hêzên koalisyona navnetewî ji dest DAIŞ hate rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG