Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: DAIŞ'ê Hember Êzîdîyan Jenosîd Pêk Anî


Muzeya Jenosîda Cihûyan ya Amerîka (U.S. Holocaust Memorial Museum) îro Pêncşemê ragihand ku mîlîtanên DAIŞ'ê jenosîd li hember kêmanîya Êzîdî li bakurê Îraqî pêk anî.

Navenda Simon-Skjodt ya Pêşîgirtina Jenosîdê ya U.S. Holocaust Memorial Museum îro raporta xwe ya derheqa kêmanîyên Îraqê weşand.

Raport dide zanîn ku DAIŞê di navbera Hezîran û Tebaxa 2014'an de li Mûsilê hember kêmanîyên din yên wek Krîstîyan, Tirkmen, Şebek û Kakaîyan jî tawanên dijî mirovahî, paqijkirina etnîkî û tawanên cengî kirine.

Serokê Muzeya Jenosîda Cihûyan ya Amerîka Tom Bernstein got erkê wan ya ehlaqî ye ku kiryarên pêdivî bikin ku pêşî jî tevkujîyan bigirin.

Bernstein got, ew bawer dkin ku DAIŞ'ê jenosîd li ser Êzîdîyan meşandiye û hîn jî wê tevkujîyê didomîne.

Neteweyên Yekbûyî jî di meha Adarê de gotibû ku DAIŞê jenosîd li hember Êzîdîyan kiriye û hewil dide ku wan bi tevahî tune bike.

Neteweyên Yekbûyî bang li Civata Ewlekarîyê kiribû ku ew kêşê bîne pêş Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ku kesên berpirs bêne ceza kirin.

XS
SM
MD
LG