Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Êzîdî Nadia Murad û Lamia Bashar Xelata Sakharov Werdigirin


Lamiya Haji Bachar
Lamiya Haji Bachar

Du jinên Êzîdî ku di 2014an de ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, îro ji alîyê Yekîtîya Ewrupa ve bi Xelata Sakharov ya azadîya nêrîn û ramanê hatin rûmet kirin.

Nadia Murad û Lamia Haji Bashar du ji bi hezaran Êzîdî bûn ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin û wek koleyên seksî hatibûn xebitandin. Ew di Tebaxa 2014an de ji gundên xwe yê li Şengalê hatibûn revandin.

Ew her du jin niha pêşengîya hewlên parastina Êzîdîyan ji alîyê civaka navnetewî dikin û banga li cîhanê dikin ku kiryarên hov yên ser Êzîdîyan wek jenosîd were nasîn.

Xelata Yekîtîya Ewrupa li ser navê zanistê Sovyetî Andrei Sakharov, ku di sala 1989an de miribû, tê dayîn û her sal kesên ku di warê mafên mirovan de xizmet kirine bi vê xelatê tên rûmet kirin.

XS
SM
MD
LG