Êzîdîyên Şengalê yên ku ji kampên Amed û Mêrdînê jibo derbasî sînorê Bulgaristanê bibin, xwe gihandibûn Stenbol û Edîrneyê, li kampên xwe hatin vegerandin.
Bêtirî 2 hezar Êzîdîyên ku bi hêvîya jîyaneke ewletir û aramtir dixwestin derbasî welatên Ewrupayê bibin, piştî rêwîtîya 4 rojan ji bajarê Edîrne ya ber sînorê Bulgaristanê hatin vegerandin û li Stenbolê kom bûn.
Krîza penaberên Êzîdî ku li ber otogara mezin ya Stenbolê kom bûbûn, roja Yekşemê derengîya şevê hate çaser kirin û ew dîsa ber bi kampên Amed û Mêrdînê ve hatin şandin.
Malbetên penaberên Êzîdî li Stenbolê tevî zarok û jinan gelek xemgîn derxistin holê ku piştî hewildanên dezgehên sîvîl û karbidestên walîtîya Stenbolê ev krîz hate çareser kirin.
Serokê Weqfa Kultura Êzîdîyan Azad Bariş, li cihê ku Êzîdî kom bûbûn, ji Dengê Amerîka re peyivî.
“Destekî dizî li ser civata me ya Êzîdî, ev çend meh in lîstikekê dikir ku bi fen û fûtan wan derxin rê û mixabin ev pêk jî anîn. Ji wan re gotine, wê Bulgaristan sînorê xwe ji we re veke. Tiştekî wiha tune ye, ev gotinên bê bingeh in. Wan dixapînin dixwazin pereyên wan bigirin.”
Dema me li penaberên, ku xwe gihandibûn Stenbolê, guhdar dikir, tirsa jiber êrîşên hovane yên terora DAIŞê li ser wan xuya dikir.
Her çiqas wan behsa simsarên ku bi pereyan ew derxistine van rêyan nedikir jî, gotegotên ku wê DAIŞ li kampan jî wan komkujî bike, bilêv dikirin.
Hêjayî gotinê ye, piranîya Êzîdîyên ku bê agahdarîya dezgehên sîvîl û rêvebirîyên kampan, bi rêyan ketibûn dixwestin koçberîya xwe li welatên Rojava bidomînin.