Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fîlîpînê di Çend Êrîşên Bombeyî de Pirtir ji 10 Kes Hatine Kuştin


Qada êrîşa yekê ya li Jolo,Fîlîpîn

Berpirsên leşkerî yên Fîlîpînê îro Duşemê ragihand ku mîlîtanên misilman yên hevalbendên DAIŞ'ê êrîşeke bi motosîkletek teqemenî ya hêzdar û êrîşeke xwekuj ya bombeyî serhev pêk hatiye.

Di encama her du êrîşan de 14 kes hatine kuştin ku piranî ya wan leşker in û ev êrîşên herî tundrê ne ku îsal li Fîlîpînê pêk hatine.

Serfermandarê herêmî ya artêşê General Corleto Vinluan ragihand ku di encama peqînên bombeyî de, ku li bajarokê Jolo li eyaleta Sulu ya başûr qewimî, herî kêm 75 leşker, polîs û sîvîl birîndar bûne.

Êrîş di vê demê de çêdibin ku hikûmeta Fîlîpînî bi rêjeya herî bilind ya pêketinên vîrusa korona li başûrê rojhilata Asya rûbirû bûye.

“Piranîya mirovan ku zarok jî di nav de, di êrîşa yekê de hatine kuştin û birîndar bûne; dema ku motorsîkleteke bombebarkirî li nêzîkê du qamyonên arteşa Fîlîpînê yên ku li pêş firoşgehekê û dîkaneke kompîterê sekinîbûn peqîye,” General Vinluan got.

Di raporeke leşkerî de tê gotin ku peqîneke duyan ji hela êrîşvaneke jin ve, nêzî seatekê pişt erîşa yekê hatiye kirin û di encamê de polîsekî komando û çend kesên din birîndar bûne.

Li gor wê raporê bombevanê gumankirî ji firoşgehekê derketiye, ber bi leşkerên ku dêreke Katolîk diparêstin, ji nişkê ve xwe peqandiye.

Hat ragihandin ku bombeyek sêyan li bazareke giştî hatiye dîtin û ketin, derketina bajarokê Jolo ji hêla leşker û polîsan ve, bi lezgînî hatiye girtin.

Heya niha ti rexistin berpirsîya van êrîşan negirtîye ser xwe, lê artêşa Fîlîpînî milîtanê tundrê Ebû Sayyaf, Mundi Sawadjaan tawanbar dikin ku ew bo êrîşên xwekuj yên bombeyî yên di salên dawî de tê sûcdar kirin.

XS
SM
MD
LG