Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîpîn Radigihîne ku 11 Kesên Din ji Korona Mirin


Wezareta Saxlemî ya Fîlîpînê îro Duşemê ragihand ku 11 kesên din jiber vîrusa korona mirin û hejmara giştî ya mirinên ji wê vîrusê bûye 163.

Wezaretê da zanîn ku 414 bûyerên nû yên tûşbûna korona hatine tomar kirin û hejmara giştî jî giheşt 3,660.

Wezareta Saxlemîyê bal kişand ku 73 nexweşên korona jî qenc bûn.

XS
SM
MD
LG