Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Pîvanên Dijî Korona Heta 13'ê Gulanê Dirêj Dike


Serokwezîra Fînlandîya Sanna Marin îro Duşemê ragihand ku ewê pîvanên dijî vîrusa korona yên heyî ji 13'ê Nîsanê heta 13'ê Gulanê, meheke din dirêjtir bikin.

Hikûmeta Fînlandî berê ji hemî rêyên ku ji paytext Helsînkî dihere bajarên din ji re girtibû û li seranser welêt trafîkê sînordar kiribû.

Hikûmetê herwiha xwendingehan girtibûn û civîna pirtit ji 10 kesan qedexe kirûbûn û ji gel xwestibû ku ji malên xwe dernekevin.

Karbidestên Fînlandî ragihand ku heta niha 1,313 bûyerên nexweşîya COVID-19 yên piştrastkirî hene û 13 kes ji wê nexweşîya mirine.

XS
SM
MD
LG