Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîxan Xelîl: Pêşketina Sitrana Kurdî bi Reseniya Wê ve Girêdayî Ye


Ji ber rewşa ne aram li Sûriyê û herêmên kurdî, pêelek mezin ji malbat, keç û xortên kurd koçberî welatên biyanî bûn û li wir dest bi jiyanek nû kirin, û nifşekî mezin ji wan dest bi xebatên çand û hunerî kirin û behreya xwe li pêşxistin û berhmên xwe jî bi kesên biyanî re parvekirin.

Hunermend Fîxan Xelîl yek ji wan hunermenda ye ku ji sala 2013 an ve, li welatê Siwêdê bi cî bû ye, lê belê wî xwe da pêş û ew behre û hunera ku bi xwe re hilgirtibû ji Qamişlo , li wir da nasîn û li pêşxist û tevlî çalakiyên muzkîjen û komên muzîkê bû.

Fîxan li bajarê Qamişlo di sala 1989an de ji dayik bûye. Di nav malbetek hunerhez de mezin bûye û ji zaroktiyê ve fêrî temûr û sazê bûye.

Di sala 2006 an de li ber destê mamostayê muzêkê Mihemed Salih Ismaîl fêrî meqam û şêwazên muzîkê bûye.

Di sala 2016 an de jî li Siwêdê fêrî şêwaza solfige ya opera bûye û di heman demê de jî ew beşdarî çalakiyan bû û car carna stranên kurdî jî di nav koma solfige digot.

Dengê fîxan aram û gerim e ji ber wilo jî wê di demên dawî de li ser tora civakî , bal kişand ser şêwaza xwe û bi hin stranê hunermendên din jî hate naskirin wek ya Efrim , Ciwanê yên hunermend Ferîdon Ehbab û hin hunermendên din jî.

Fîxan nuha bi piştevaniya Arta FM stranên xwe yên taybet amade dike ji bo sala 2021.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:06 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00


XS
SM
MD
LG