Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Derxistina Tirkîyê ji Programa F-35 Dikare Çêkirina Firokan Hêdî Bike


F-35

Berpirsê programa firokên F-35 ya Amerîkî, Amîral Mathias Winter îro Pêncşemê got ku derxistina Tirkîyê ji bernameya dikare bandorên neyênî li ser çêkirina wan firokan bike.

Winter ji Jêrkomîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Nûneran re got ku ger Tirkîyê ji programê were derxistin, di nav du salên were de, bandorên xirab li ser çêkirina navbera 50 heta 75 firokan bike.

Wî got ku Tirkîyê navbera 6 heta 7 ji sedê perçeyên firokên şerker yên F-35 çêdike û bandorên neyênî yên biryarê di nav 45 heta 90 rojan dikare destpê bike.

Winter da zanîn ku programa wan plan dike ku îsal 131 firokên F-35 saz bike.

Hîjayî balkişandinê ye ku Amerîka teslîmkirina firokên F-35 ji Tirkîyê re sekinandibû, bi sedema ku Enqere ji Moskosê sîstema berevanî ya S-400’an dikire. Washington dibêje ku muşekên Rûsî xeterî li ser sîstema berevanî ya NATO re dike.

XS
SM
MD
LG