Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faîk Bulut: Tirkîyê li Sûrîyê Heta Niha Negiheştiye Daxwazên Xwe


Komên çekdar yên ser bi Tirkîyê li devera Girêsipî

Hêzên Sûrîye ya Demokratîk (HSD) ragihand ku wê rêketina Soçî ya navbera Rûsya û Tirkîyê qebûl kir ku ji 10 xalan pêk dihat.

Li gor wê lihevkirinê, HSD’ê do Yekşemê 32 kîlometre ji sînorê Tirkîyê ber bi başûr ve vekişîn.

Hevdem, hikûmeta Sûrîyê jî ragihand ku ew vekişîn di nava kordînasyonekê de pêk tê.

“Vekişîna HSD’ê, bahaneya Tirkîya ya serekî ya erîşkarîya wê ji holê radike.”

Destketin û hindakirinên Tirkîyê yên leşkerî, aborî û sîyasî çî ne?

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut dibêje ku vekişîna HSD’ê li gor berjewendîya Tirkîyê û bo hebuna sîyasî ya Kurdan jî darbeyekê xuya dike.

“Di rastîyê de Tirkîye hem di warê dîplomatîk, sîyasî û ji alîyê leşkerî ve jî tiştên daxwaz dikir, bi dest nexistin. Enqerê herwiha ji hela aborî jî hinda kir jiber ku mesrefên mezin yên şer bandorên xirab li ser aborîya Tirkîyê kirine.”

Bulut bal dikşîne ku Tirkîye di nava bîragiştî ya cîhanê de neheq tê dîtin û pir bi tundî şermezar dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG