Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Nerazîbûnan, Facebook bo Parastina Agahîyên Taybet Guhertinan Dike


Facebook radigihîne ku ewê hîn guhertinan bike ku karîner bikarin agahîyên xwe yên taybet pirtir kontrol bikin, piştî ku ew kompanya jiber firotina pêzanînên taybet yên karîneran bûye armanca nerazîbûnên tund li seranser cîhanê.

Facebook da zanîn ku di hefteyên were de ewê hîn bi zelalî ragihîne ku ewê agahîyên çi rengî yên karîneran bicivîne.

Kompanya medya civakî herwiha ragihand ku ewê guhertinan di menuya alavên mobîl de jî bike da ku karîner bikarin hesabên xwe baştir biparêzin û agahîyên xwe yên taybet hêsantir kontrol bikin.

Li gor daxuyanîya şîrketê, bi guhertinên nû karîner dê bikaribin pêdaçûnê li ser tiştên ku ew parve dikin, bikin û wan jêbibin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG