Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook, Instagram û WhatsApp Bi Qismî Jinûve Têne Xebitandin


Logoyên Facebook, Instagram û WhatsApp
Logoyên Facebook, Instagram û WhatsApp

Facebook, Instagram û WhatsApp piştî qutbûneke nêzî şeş demjimêran ya li serenserê cîhanê, di derengîya evara duşemîyê de bi qismî jinûve tê xebatandin.

Qutbûn bû sedema têkçûyîna platforma medya civakî.

Berpirsê Teknolojîya Facebookê Mike Schroepfer li ser Twiteerê dîyar kir ku dibe ku hinekî dem bigire da ku asta xebitandinê bigehîje ji sedî 100'an."

Schroepfer got ku "Ji her karsazîyek piçûk û mezin, malbat û kesê ku bi me ve girêdayî ye, ez lêborîna xwe dixwaz im."

Rexistina koma çavdêrîya malperan Downdetector ragihand ku têkçûneke bi wî rengî ya pir mezin heya niha nehatibû dîtin.

Pisporên ewlehîyê yên teknolojîyê dibêjin ku dibe ku pirsgirêk encameke xelatîyeke navxweyî be, her çend sabotajkirina hundurîn jî di nava îhtîmalan de ye.

Ev qutbûna Facebook, Instagram û WhatsAppê di nav çend rojan de jibo kompanîya sereke ya medyaya civakî wek darbeya dudya ya herî mezin, hate nirxandin.

Roja Yekşemê jî karmendeke payebilind berê yê Facebookê îda kiribû kompanî li şûna astengkirina gotarên nefretê û agahdarîya çewt de, gezenckirina diravan wek pêşînîya xwe digire.

Nirxê bazirganî ya Facebookê, roja Duşemê ji sedî 4.9 daket, ya ku ji Mijdara par vir ve mezintirîn daketina rojane ye.

Nirxê Facebookê, ku 1'ê Cotmehê 967 mîlyar dolarî bû, jiber têkçûna li seranserê cîhanê di nav çend demjimêran de 56 mîlyar dolar kêm bû.

Rojane nêzîkê 2 mîlyar kes bi rengekî çalak Facebookê bi kar tînin.


XS
SM
MD
LG