Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook Qedexeya Reklamên Sîyasî ya bo Amerîka bi Dawî Dike


Platforma medya civakî Facebookê ragihand ku qedexeya reklamên sîyasî ya bo Amerîka bi dawî bûye.

Facebookê ser hilbijartinên 3’yê Mijdarê yên Amerîka dîyar kiribû ku bo ew rê li ber ‘’agahîyên şaş û bûyerên tundûtûjîyê bigirin’’ ewê reklamên sîyasî qedexe bikin.

Partîyên sîyasî, berbijarên wan, komên polîtîk dê karibin ji roja Pêncşemê pê ve reklaman bidin Facebookê.

Google bi heman helwestê reklamên sîyasî heta Berfanbarê qedexe kiribûn û piştî êrîşa li ser Kongresê ew qedexe dirêjtir kiribû.

Wê platformê hefteya borî sînordarkirina bo reklamên sîyasî rakir.

Twitterê jî reklamên sîyasî qedexe kiribûn, lê hîn ne dîyar e ew platform dê kengî wan qedexeyan bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG