Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Brîtanî Falllon Dibêje 25000 Çekdarên DAIŞ'ê di Operasyonan de Hatine Kuştin


Wezîrê Derve yê Brîtanya Michael Fallon ragihand ku bi texmîna wan pirtir ji 25,000 çekdarên DAIŞ'ê di operasyonan de hatine kuştin.

Fallon dîyar kir ku di sala nû de kardînasyon û hevkarîyeke hîn xurtir pêdivî ye ku DAIŞ were tune kirin. Wî pesna rola pêşmergeyan û hêzên Îraqî da ku bi piştevanîya kaolîsyona navnetewî wê rêxistina tundrê ji Îraqê paqij dikin.

“DAIŞ niha deh ji sedê kêmtir axa Îraqê kontrol dike. 11 bajarên mezin yên bin kontrola DAIŞ'ê hatin azad kirin û bi mîlyonan Îraqî niha dikarin vegerin malên xwe,” Fallon got.

Fallon da zanîn ku DAIŞê li Sûrîyê jî yek ji çar axa bin kontrola xwe ji dest da û ew çaverê ne ku di sala 2017'an de DAIŞ'ê tune bikin û ewlehî û parastin ji Îraqê, Sûrîyê tevahîya cîhanê re bînin.

XS
SM
MD
LG