Berpirsekî Afganistanê dibêje bi kêmanî 15 endamên ewlekariyê hatin kuştin di êrîşeka tevgera Talîbanê de li parêzgeha Farah a rojavayê welêt.
Serokê civata parêzgehê Ferîd Bextewar îro Şemiyê got 7 endamên hêza komandos û 8 endamên polîs hatin kuştin li navçeya Bala Buluk.
Bextewar got 3 endamên hêza ewlekariyê hîn winda ne û bêhtirî 30 çekdarên êrîşker di pevçûnê de hatin kuştin.
Peyvdarê wezareta berevaniyê General Dewlet Wezîrî, êrîş piştrast kir, lê got tenê 4 serbaz hatine kuştin û du birîndar in.
Peyvdarê Talîbanê Zebîhullah Mujahid berpirsiyariya tevgerê li dor êrîşê ragihand.
Di van mehên dawî de parêzgeha Farah rastî zêdebûna êrîşan tê ji aliyê çekdaran ve. Hêzên ewlekariyê û berpirsên xwecihî daxwaza şandina hêzên bêhtir dikin bo parêzgehê.