Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî: FARC'ê Hemî Çekên Xwe Teslîm Kirin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) hemî çekên xwe teslîm kirin.

Çavdêrên NY dîyar kir ku 7,132 çek giheştine ber destên wan. Çavdêran her wiha da zanîn ku 70 ji 900 cebilxaneyên veşartî yên rêxistinê, hatine vala kirin.

Radestkirina çekan yek ji şertên peyama aştîyê ya di navbera hikûmeta Kolombîya û FARC’ê de bû.

Bi peymanê, li ber e ku şerê di navbera hikûmetê û FARC’ê, ku ji 50 salî dirêjtir dom kir, bi temamî bi dawî bibe.

Lê, çavdêr radigihînin ku ewê dîtin û valakirina hemî cebilxaneyên veşartî, jiber ku ew li cîhên asê ne û li pêş wan kemînên bombeyî hene, hîn çend mehên din bidome.

Karbidestên Kolombîya dibêjin ku ger ew cebilxane dereng werin dîtin û vala kirin dibe ku rêbir yan çekdarên ELN’e, ku rêxistineke çepgir û serhilda ye, teqemenîyên di wir de bi dest bixin.

XS
SM
MD
LG