Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Fatma Ahmed: Nivîsîna bi Kurdî ji Min re Wek Xeyalekê Bû


Fatma Ahmed

Nivîskar û derhêner Fatma Ahmed di Festîvala Kurteçîrokê ya 6an de, ji nav 17 nivîskaran xelata yekê wergirt.

Ew, dibe xelata duyê ya Ahmed ku di beşa kurteçîrokê de werdigire.

Ahmed dibêje ku nivîsîna bi Kurdî ji wê re xeyalek bû û bikaranîna Kurdi di dezgehên fermî de pir alîkarîya wê kiriye.

“Min bi xêra perwerdeya fermî nivîsîna zimanê Kurdî wergirt û dest bi nivîsinê kir. Ziman çand e û çand ji ziman e. Her du jî hevdu temam dikin.”

Ahmed dîyar dike ku berê tîşten Kurdî bi dizî dihatin kirin, lê niha her tişt serbest e û ew ji alîyê çand û hunerî ve pêşketinan çêdike.

Ahmed bi çîroka “Ezê Werim Malê” ew xelat wergirt ku tê de behsa rewşa jinên ku jiber şer penaber bûne dike û bal dikşîne ser kêşeyên civakî yên mîna firotina jinên penaber radiweste.

Nivîskara Kurd dide zanîn ku ew di malbateke hunerhez de mezin bûye û bavê wê şanogerî kiriye.

“Min her ji muzîkê û helbestê hez dikir, lê ti tişt cem me nedihat afirandin. Ez zewicîm, zarokên min çebûn û heta ku ew şoreş destpê kir min her tişt ji bîr kiribû.”

Ahmed zewicî ye û dayika sê zarokan e. Ew dibêje ku nivîsîn di nav karê mal û xebatan de andin wekî berxwedanekê bû.

Ahmed, ji bilî kurtêçîrokên herwiha kurtêfîlm jî çêkirine û niha jî jibo projeyên nû xwe amede dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:12:46 0:00


XS
SM
MD
LG