Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci Kongres Hişyar Kir ku Pêngavên Pêşwext Dikarin Pêketina Korona Zêdetir Bikin


Rûniştina Civata Senatoran

Serokê Enstîtuya Netewî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci îro Sêşemê Kongres hişyar kir ku rakirina bêwext ya daxistinan dibe ku bibe sedema nexweşîyên pirtir yên ji vîrusa koronayê.

Fauci ji paneleke Civata Senatorên ya Amerîkî re got ku divê eyalet pêşnîyarên pisporên tendirustiyê bişopînin û berê vekirinê li benda daketina hejmara pêketîyên nû bin.

"Metirsîyeke rasteqîn heye ku hunê bibin sedema belavbûna nexweşîyê ku nêye kontrol kirin û belku rewşa heyî hîn xirabtir be. Bi lezandinê, ne tenê rê li ber nexweşî û mirinan vedibe, lê hewildanên başkirina aborîyê jî asteng dibin," Fauci got.

Serokê Amerîka Donald Trump eyaletan wêrek dike ku dawî li daxistinan bînin ku ew çend hefte ne pêkhateyên sereke yên aborîya wan rawestandîye. Lê senetoran nirxandinek micit ji Fauci bihîst gava Demokratan derbarê vekirina bêwext ya aborîyê pirs li wî kirî.

Hêjayê bîrxistinê ye ku nexweşîya bêhntengîyê COVID -19 ku ji vîrusa korona çêdibe 1.3 mîlyon Amerîkî pêketine û pirtirî 80,600 kes jî kuştine.

XS
SM
MD
LG