Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku metirsîya vîrusa korona hîn bi dawî nebûye.
Fauci di konferansekê de ser vîrusa korona got ku ‘’Xewnereşka min a herî xirab e’’
‘’Vîrusa korona di 4 mehan de li seranserê cîhanê wêranî çêkir, di demeke kin de bandor li mîlyonan însanan kir.’’ Fauci got.
Wî da zanîn ku jiber belavbûna vîrusa korona ew şaş bûye, lê ew bawer dike ku ewê dijî wê perpûnekê bibînin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka ketiye canê bi qasî 2,000,000 kes û pirtir ji 112,000 kes kuştine.