Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci: Ger Tedbîr Neyên Girtin Pêketinên Korona Wê Pirtir Bin


Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci hişyarî da ku hejmara rojane ya pêketinên korona dikare du car bilindtir be.

Fauci îro Sêşemê got ku ger Amerîkî di girtina tedbîrên pêşîgir de serketî nebin, hinge xeterîyeke mezun ya berfirehtirbûna korona heye.

Wî xema xwe dîyar kir ku hejmara rojane ya tuşbûnên korona ku niha dora 40,000 e dikare bigiheje 100,000, ger hemwelatî pêbendî bi mesafeya civakî nekin û rûberkan bi kar neyînin.

Fauci herwiha got ku divê vaksîneke ewle û karîger ji hemî Amerîkan re were peyda kirin.

Wî di heman demî de bal kişand ku îhtîmal heye ew perpûn bi tevahî bi bandor nebe.

“Garantî tuneye ku emê bikaribin vaksîneke ewle û bi bandor amade bikin loma pir girîng e ku Amerîkî tedbîran bigirin û xwe ji vê vîrusê biparêzin.”

Hêjayî bîrxistinê ye 126,000 Amerîkî jiber COVID-19 mirine û bi mîlyonanan kar hatine hinda kirin û jibo pêşîgirtina belavbûna korona karsazî û xwendingeh hatine daxistin.

XS
SM
MD
LG