Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bo Kuştina Faxrîzade Nerazîbûna Xwe Nîşan Dide


Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember kuştina Muhsin Faxrîzadeh, zanyê atomî yê Îranê nîşan da û ew kiryara kuştinê weke karek terorîtî binav kir û dibêje "kuştina Faxrîzadeh dê bibe sedema lawaz kirina aştiyê li herêmê."

Yekşemê wezareta Derve ya Tikriyê daxuyaniyek weşand û dibêje"kuştina Faxrîzadeh ji egera wê êrîşa li ser hatî kirin, ciyê xembarîya meye û sersaxî û taziya xwe digehînin hikûmeta Îranê û kes û karên koç kirî.

Tirkiye li dijî her hewildanekê ya têkdan û lawazkirina aştiya li herêmê radiweste û dijî hemû şêwazên terorê ye, îcar her kes bike û Armanc jî her çi be."

Di daxuynaiya wezareta derve ya Tirkiyê de daxwaz tê kirin ku hemû alî tenahiyê biparêzin û bi şêweke aqilmendane serederîyê li gel rewşa heyî bikin.

Wezareta Berevaniya Îranê roja Înê kuştina Muhsin Faxrîzadeh ragihand bû ku di êrîşekê da li nêzîk bajarê Tehran hatbû encam dan.

Îran, derbarê kuştina Faxrîzadeh Îsraîl û Amerîka tawanbar dike û dibêje, ew li pişt kuştin û êrîşê ne.

Tirkiye û Îran du hêzên li herêmê ne, û têkiliyên dîrokî yên aloz di navbera wan de hene.

Ev herdu welatên Rojhilata Navîn li ser hejmarek dozan kêşe û alozî di navbera wan de hene, di van çend salên dawiyê de li ser hin pirsan hevkariyê dikin, weke di warê enerjiyê de.

Tehran û Enqerê rêbazek hevbeş heye bo dijatiya Erebistana Saûdî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat)ê.

XS
SM
MD
LG