Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Wezareta Dadweriyê Dê Biryara FBI ya Derbarê Eamilên Clinton Lêkolîn Bike


Desteya Çavdêriya Taybet ya wezareta Dadweriya Amerîka roja Pênşemê ragihand ku ew dê prosêsa Nivîsîngeha Lêkolînên Fedralî (FBI) ya derbarê emailên Hillary Clinton de bişopînin û lidûv herin kanê wan di lêpirsînan de, serederiyek çawan peyrew kirîye.

Mufetîşê Giştî yê desteya taybet Michael Horowitz dibêje, ew dê binêrin kanê rêvebirê Nivîsîngeha Lêkolînên Fedralî James Comey derbarê lêpirsîna li dij Hillary Clinton çi rêbaz peryrew kirîye, ya ku ji sala 2009 heta 2013an Dîplomata Amerîka ya di asta herî bilind de û hilbijêra Demokratan jibo Serokatiya Amerîka, di hilbijartinên sala borî de pirsgirêka postê wê yê elektronî weke skendalekê ket bû di rojeva Amerîka de.

Mufetîşê Giştî dibêje ewê lêkolîn bikin kanê FBI lêpirsînên bingehîn liser "binyatek nerast", biryar dane yan na.

Desteya Wezareta Dadweriyê dixwaze bigehe wê bawerê kû xatirane di lêpirsîna FBI de nebû, dema wan li dij Hillary Clinton namzeta Demokratan bo serokatiya Amerîka di hilbijartinan de dabûn destpêkirin û lêpirsînek liser bingehên rast û biryarek rast hatiye stendin, ewê vê pirsê ji nû de bişopînin.

XS
SM
MD
LG