Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Berê yê FBI William Sessions Koça Dawî Dike


Rêvebirê berê FBI William S. Sessions, ku rêvebiriya FBI di dema sê serokên Amerîda de kir doh Înê, di temenê 90 salî de koça dawî kir.

Sessions hatibû pesindan ji bo hemarengiya ku wî anî nav ajannsê lê ji kar hatibû dûrxistin, piştî vekolînên girêdayî binpêkirina desthilatê.

Hin dezgehên medyayî, di nav de jî Waşinton Post, ji ser zimanê malbata wî ragihand ku sedema mirina wî nexweşiya dil bû. Wî li mala kurê xwe, li bajarê San Antonio yê wîlayeta Texasê koça dawî kir.

Sessions ji aliyê serok Ronald Reagan ve di sala 1987an de hate erkdarkirin û wî di dema serok George H.W.Bush û her wiha serok Bill Clinton de rêvebiriya FBI kir.

Raporteke wezareta Dadê ew bi binpêkirina desthilatê û bikaranîna alavên ajansê ji bo berjewendiyên taybet tawanbar kir, lê wî ew tawanbarî red kirin

Serok Clinton ew di sala 1993an de ji kar dûr xist.

XS
SM
MD
LG