Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê FBI Îro Bersîva Pirsên Civata Nûneran Dide


Serokê Buroya Vekolîna ya Federalî (FBI) James Comey, wek beşeke vekolîna maytekirina Rûsan ya di hilbijartinên seroktî de, îro Pêncşemê li pêş komîteya îstixbaratî ya Civata Nûneran îfade dide.

Comey roja Çarşemê ji komîteya dadwerî ya Civata Senatoran, bi tundî nerazîbûna xwe dîyar kiribû ku FBI di serkeftina Donald Trump de roleke girîng lîstiye, piştî ku wê çend roj berî hilbijartinan ragihandibû vekolîna Hillary Clinton jinûve vebûye.

Comey dîyar kir ku eger ku wî agahîyên ku nû hatine destê wan ji bîragiştî re eşkere nekira, hîngê encamên gelek xirab wê derketana.

"Biryareke dijwar bû, lê ez hîn jî bawer im ku biryareke rast bû," Comey bi berdewamî got.

FBI hewil dide ku encama vekolîn û lêpirsînên derheqa berbijaran berî hilbijartinan eşkere neke ku bandor li ser encaman neke.

Comey daxuyanîya ser vekolîna dijî Clinton 11 roj berî hilbijartinê kiribû û Clinton jî roja Sêşemê Comey tawanbar kiribû ku di şikestina wê de roleke girîng lîstiye.

XS
SM
MD
LG