Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Ser Maytekirina Hilbijartina Amerîka 13 Hemwelatîyên Rûsya Tawanbar Dike


Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) ser îdiayên maytekirina Rûsya li hilbijartina seroktîyê ya Amerîka ya 2016’an 13 hemwelatîyên Rûsya tawanbar dike.

FBI dide zanîn ku 3 hemwelatî sextekarîya elektronîk, 5 hemwelatî jî dizîya giran ya nasnameyê kirine.

Dozgerê Taybet Robert Mueller vekolîna FBI’yê ragihand. 3 sazîyên Rûsya jî ser maytekirina hilbijartina Amerîka têne tawanbar kirin.

Li gor tawanbarkirinan, hin berguman bo nasnameya xwe ya Rûsya veşêrin, sîstema komputerê ya Amerîka bikar anîne.

FBI dide zanîn ku hesabên ku xwe wek Amerîkî nişan dane, rêvebirîya hesab û rûpelên Amerîkî dişopînin birêve birine.

FBI dîyar dike ku bergumanan parvekirin kontrol dikirine û bo bigihêjin pirtir kesan stratejîyên xwe tim guherandine.

XS
SM
MD
LG