Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI: Hewildana Revandina Walîya Michiganê Hat Asteng Kirin


Walîya Michiganê Gretchen Whitmer

Ajansa Lêkolînên Federalî ya Amerîka (FBI) ragihand ku ‘’hewildana revandin û gêrkirina’’ Walîya Demokrat ya Michiganê Gretchen Whitmer hatiye asteng kirin.

13 kes, ku ji wan 7 kesan bi koma Wolverine Watchmen ve peywendîyên wan hene, ji alîyê dadgehê ve hatin tawanbar kirin.

Walîya Michiganê Gretchen Whitmer jiber piştgirîya bo tedbîrên dijî vîrusa korona, ji alîyê kesên dijî tedbîran in, gef dixwarin ku xwenîşanderên çekdar di meha Gulanê de ketibûn avahîya kongresê ya eyaletê û xwestibûn ku tedbîr bi dawî bibin.

Li gor daxuyanîya FBI, di nav planên komê de, gêrkirina rêvebirîya eyaletê jî hebûye ku ew îdia dikin ku wan ‘’qanûna bingehîn ya Amerîka binpê kiriye’’

Serdozgera Michiganê Dana Nessel bi preskonferansekê da zanîn ku berguman bi plankirina operasyoneke ser revandina rêvebirên Michiganê, ku di nav wan de walî jî heye, têne tawanbar kirin.

FBI bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ew di serê sala 2020’an de li ser medya civakî bi wê komê hisîyane û wan bi tîmên veşartî kom şopandîye.

Li gor agahîyên karbidestên FBI, endamên wê komê li hin eyaletan beşdarî perwerdeyên çekan bûne û hewil dane ku bombeyan jî çêkin.

XS
SM
MD
LG